Sê pirs û sê bersiv

Rojekê Komek Felsefevan diçine ba Mewlana Celaledînê Rûmî, dixwazin pirsna jê bikin. Mewlana wan hewaleyî Şemsê Tebrîzî dike. Di vê navberê de Şemsê Tebrîzî li mizgeftê Kerpîçekî ji axê danîye ber xwe û dersa Teyemmumê pêş feqîyên xwe dike.

Felsefevan Silavê dikin û dibêjin Seyda “hinek pirsên me hene ji bo tu bersiva me bide em hatine cem te.”

Seyda dibêje wan: Kerem bikin, pirsê xwe bibêjin!

Serokê felsefevana: “Seyda sê pirse me hene.

 Ya Yekem: Hûn dibêjin xweda heye. Bes em wî nabînin, pêş me bikin da ku em jî yeqîn bikin.

Ya Duyem: Hûn dibêjin Şeytan ji agir hatiye afirandin û wê di nava agirê cehennemê de bişewite. Agir wê çawa agir bişewitîne?

Ya Sêyemjî: Hûn dibêjin “li axretê hemî kes wê mafê xwe bistîne, bihêlin însan çi dike bera bike, çima hûn têkilî wan dibin?”

Şemsê Tebrîzî li serokê Felsefevana guhdar dike piştî ku pirsê xwe diqedînin, Şemsê Tebrîzî kerpiç li ber xwe digre û di nîvê qa’fê serokê Felsefeavana dixe.

Serokê Felsefevana diqehere, rast diçe ba qadiyê wê demê û gilîyê Şemsê Tebrîzî dike.

Qadî gazî seyda dike û dibêje wî, “vî mirovî pirs ji te kir, te çima Kerpîç li nava qa’fê wî da?”

Şemsê Tebrîzî wiha mudeafa xwe dike:

- Ezbenî! Vî mirovî gote min madem xweda heye de ka pêş min bike ji bo ez jê yeqîn bikim, min Kerpîç li qa’fê xist, nuha dibêje qa’fê min dişe. Bera êşa qa’fêj xwe şanî bide da ku hûn yeqîn bikin.

- Gote min Şeytan ji agir e, ma wê çawa agir agir bişewitîne. Min bi Kerpîçê ji axê li sere wî da, ma ax çawa axê dêşîne?

- Gote min “bihêlin kî çi dike bera bike, têkilî kesekî nebin hemî kes bera li gorî dile xwe bijîn. Dilê min xwest ez Kerpîç li qa’fê bidim, gelo çima hatiye giliyê min li ba te dike? Heger ji bo merselak bi çûk hê li vê dinê li mafê xwe diğere, Gelo ji bo wê jîna bê dawî yan axretê çima wê li mafê însan pirsandin nebe?

Piştî vê axaftinê Koma Felsefevana sere xwe bera ber xwe didin û diçin…

foto
Yazar: İSMAIL FURQAN
YORUM YAPIN(üye olmadan da yorum yapabilirsiniz)
Yorumla
İptal