Serokê Karên Dîyanetê Alî Erbaş weha daxuyand, “Di şeva Înê de em tev bi malbatî di camîyan de ne. Em Xezzeyê bîrva nakin.”
Erbaş, destnîşan kir ku ew ê roja Pêncşemê wê piştî nimêja eşayê li çar alîyê welat di hemû camîyan de ji bo Xezzeyîyan û ji bo xelasîya mezluman dua bê kirin, “Ez hemû xûşk û birayên xwe dawetî duayên ku wê di camîyên me de di nav atmosferekî menewî de bêne kirin dikim.”