Qirkirinên ku ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve ji teref îşxalkeran ve hatin destpêkirin binesaziya Xezzeyê bi giranî wêran kir û gel bi wêranîyeke kûr re rû bi rû ma. Tenê di vê demê de nêzî 100 hezar ton teqemenî bi ser Xezzeyê de hatin avêtin û ji sedî 88ê binesazîyê wêran bû.
Wezareta Parastinê ya îşxalkeran ragihand ku ji destpêka êrîşên li ser Xezzeyê heta niha zêdeyî 15 hezar leşkerên artêşê birîndar bûne. Wezaretê diyar kir ku tedawîya van leşkerên birîndar hê jî didome û ji aliyê Beşa Rehabîlîtasyonê ve xizmet tên kirin.
Li gorî daneyên fermî ji 7ê Cotmeha 2023an heta niha 841 leşkerên îşxalker mirine, ji van 405ê wan di dema êrîşa bejahî ya li ser Xezzeyê de mirine.
Li aliyê din HAMASê ragihand ku hejmarên ku îşxalkeran der barê windahiyan de dane rastiyê nîşan nadin û windahiyên zêde hene.