Emîroglu derheqê rojeva hindir de derheqê meseleyên; êrîşa ku li Eskîşehîrê li dijî mirovên di hewşa camîyê de rûdiniştin û plansizîya di hilberîna çandinîyê de nirxandinan kir û derheqê rojeva derve de jî derheqê mizakereyên agirbest û pevguhertina êsîrên Xezzeyê û mexdûrîyeta pîrekên Tirkîyeyê yên di Girtîgeha Rusafaya Iraqê de ne de nirxandinan kir.

Emîroglu derheqê êrîşa ku di hewşa camîyê de hatîye kirin de axivî û weha got, “Li Eskîşehîrê ciwanekî ku li ser wî nîşanên Nazîyê hebûn bi kêrê êrîşî mirovên ku di hewşa camîyê de rûdiniştin kir, ev cardin bûhrana menewî ya ciwanîyê daye ber çavan. Ev êrîş, wek êrîşa ku di 15ê Adara 2019an de li Zelandaya Nû li dijî Camîya En-Nurê hatîye kirin êrîşeke terorî ye. Ev êrîşa menfur, divê bi hemû ûnsurên ku wan hîn dikin û wan motîve dikin bê ronîkirin.”

“Divê ji mankurtkirina ciwanîyê ku bi îdeolojîya Nazîya Nîjardeperest têne jehrkirin re îzîn neyê dayîn”

Emîroglu ku got, “Divê ji mankurtkirina ciwanîyê ku bi îdeolojîya Nazîya Nîjardeperest têne jehrkirin re îzîn neyê dayîn” dûre weha got, “Ji sîyasetmedar û komên medyayê ku bi gotinên kîn û nefretê civakê provoke dikin û wan provokasyonên xwe jî li ser nîjadperestî û dijmintîya Îslam û penaberan pêk tînin re hesab nayê pirsîn, ev jî rêya îfsadbûna ciwanan û beşdarbûna bûyerên terorê vedike. Divê yên ku zimanê kîn û nefretê bikartînin bi hiqûqî encamekî wan hebe.

Xeyn ji vana nîşan dide ku ciwanên me çiqas ji bizavên rojavayê tesîrdar dibin û li ser înternetên dicivin. Ev rewş cardin nîşan dide ku divê sîstema perwerdehîyê bê lêkolînkirin. Sîstema perwerdehîyê ku nirx, bawerî û neteweyên xwe hînê civaka xwe nake elarmê dide. Divê êdî rastîya lazimatîya veguhertinê bê qebûlkirin, sîstemeke perwerdehîyê ku bawerî û nirx di bingehê de ye bê lêkirin.”

Emîroglu derheqê çandinîyê de jî axivî û îfade kir ku serûbinbûna sektora çandinîyê ji ber plansîzîyê ye. Divê bi planeke tesîrdar û hilberdar mexdûrîyeta serfkar ji holê bêrakirin.

“Divê welatên navbeynkar, ji plan û leyîstikên Emrîqa û îxşalkeran re nebin alet”

Emîroglu derheqê rojeva derve de jî axivî û qetlîamên şebekeya terorê ya li ser Xezzeyê nirxand.

“Ji bo ‘agirbesta’ li Xezzeyê pêvajoya mizakereyê ya bi navbeyknarîya Qeter-Misir-Emrîqayê li Dohaya paytexta Qeterê dest pê kir. HAMASê jî îfade kir ku armanca rejîma sîyonîst tineye ku qetlîaman bide sekinandin tenê armanca wî qezenckirina wextê ye, ji ber vê yekê beşdarî mizakereyan nebû. HAMASê diyar kiribû ku ew plana agirbesê ya ku ji teref Joe Bîden ve hatibû dayîn û ew ê bi 3 merhaleyan bê tetbîqkirin qebûl kirine, lê digel vê qebûlkirinê pêvajoyeke nû hatîye destpêkirin û ev jî leyîstikekî rejîma terorê û Emrîqayê ye. Divê welatên navbeyknar, ji leyîstik û planên Emrîqayê re nebin alet. Emrîqa pêşnîyaza ku rejîma îşxalker teklîf kiribû pêşkêş kir û HAMASê jî wê pêşnîyazê qebûl kiribû, encax rejîma îşxalker xwest ku planê veguherîne û di pêvajoya mizakereyê de serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye şehîd kiribû.”

“Ger ku li hember ev rejîma terorê ya ku Rojhilata Navîn dike gola xwînê cepheyek hevpar neyê çêkirin ew ê îşxal û xerakirin sînorên Xezzeyê derbas bike”

Emîroglu bang kir ku li hember rejîma terorîst û Emrîqayê cepheyeke hevpar bê çêkirin, “Emrîqaya emperyalîst ku bi milyar dolaran çekan destekê dide rejîma îşxalker û wî diparêze, bi taktîkên mizakereyê jî berxwedanê û welatên ku li hember qirkirinê disekinin dide ewiqandin. Ger ku li hember ev rejîma terorê ya ku Rojhilata Navîn dike gola xwînê cepheyek hevpar neyê çêkirin ew ê îşxal û xerakirin sînorên Xezzeyê derbas bike. Divê welatên herêmê, li hember rejîma sîyonîst û Emrîqaya emperyalîst, tîfaqekî bingeha wî Mescîdî Eqsa û Qudse bê sazkirin û bi vê tîfaqê ji berxwedana Fîlîstînê re bi hemû qeweta xwe destekê bide. Divê êdî wext neyê windakirin.”

“Nêzê 300î pîrekên welatîyê Komarîy Tirkîyeyê, di Girtîgeha Rusafaya Bexdayê de di nav şertên xeyrî însanî de têne girtin”

Emîroglu di nirxandina partîya xwe de derheqê mexdûrîyetên însanî û hiqûqî ya pîrekên welatîyên Tirkîyeyê ku di Girtîgeha Rusafa ya Iraqê de dimînin de nirxandinan kir û weha got, “Pîrekên ku di Girtîgeha Rusafa ya Bexdayê de têne girtin, pirsgirêkên hiqûqî û însanî yên ciddî dijîn. Nêzê 300î pîrekên welatîyê Komarîy Tirkîyeyê, di Girtîgeha Rusafaya Bexdayê de di nav şertên xeyrî însanî de têne girtin. Di daxuyanîyên ku ji teref malbatên wan ve hatine dayîn û ew daxuyanî di çapemenîyan de jî derketine, di navbera van pîrekan de dayîkên ku zarokên wan hene, van zarokan jî bi zorê ji dayîkên xwe têne girtin û pîrekên mehkûm jî ji xizmetên tenduristîyê mehrûm têne hiştin.”

“Tirkîye mecbûre ku xwedîtîyê li welatîyên xwe yên di derveyê welat de têne girtin bike”

Karwana Hêvîyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne Karwana Hêvîyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne

Emîroglu bal kişand ku divê wan pîrekan ji Tirkîyeyê re bêne anîtin û li vê derê bêne darazandin, “Van pîrekên mehkûm ku welatîyên Tirkîyeyê ne, diwazin ku ji Tirkîyeyê re bêne neqilkirin û li Tirkîyeyê bêne darazandin. Tirkîye mecbûre ku xwedî li welatîyên xwe yên ku li derve hatine girtin derkeve. Divê bi lez û bez Tirkîye ji bona ku wan welatîyên xwe bêne welat gavan bavêje.”