KURDÎ

Hêzên rejîmê li Şamê kontrola xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku piştî ku muxalefet derbasî hinek deverên Şama paytexta Sûrîyeyê bûn, hêzên rejîmê ji paytextê vekişiyan û rejîm hilweşiya.

Hêzên dijî rejimê ketin navenda Şamê, paytexta ku rejîma Beşar Esed li Sûrîyeyê kontrola xwe ji dest da. 

Piştî ku komên muxalefetê derbasî taxên başûrê Şamê bûn, hêzên rejîmê ji gelek cihan dest bi vekişînê kirin.

Ji alîyeke din ve muxalîfan li ser televizyona dewletê daxuyanîyeke kurt da û ragihand ku “bajarê Şamê hatiye rizgarkirin û Beşar Esed hatiye rûxandin”

Muxalîfan di daxuyanîya xwe de diyar kir ku "hemû girtîyên di girtîgehên rêjîmê de ne hatin berdan"

Muxalîfan bang li endamên xwe û raya giştî kir ku "hemû milkên dewleta Sûrîyeyê ya azad biparêzin"

Ajansa TASS a Rûsî ragihand ku Beşar Esed ji ber bûyerên li wî welatî diqewimin, piştî operasyona mezin a komên çekdar ên muxalîfan ku li dijî çeperên hêzên hikûmetê dest pê kir, ji Şamê derket.

Hinek çavkanîyên çapemenîyê li ser zarê du efserên Sûrî ragihandin ku Beşar Esed roja Yekşemê danê sibê li balafirekî siwar bû û ji Şamê ber bi cihekî nediyar ve çû.

Serokê HTŞê Culanî: "Heta ku sazî bi fermî neyên radestkirin dê di bin çavdêrîya Serokwezîrê berê de bimînin"

Serokê koma çekdar a li dijî rejîmê Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) Ehmed eş-Şara (Ebû Mihemed El-Cûlanî) li ser medyaya civakî daxuyanîyek da û qedexe kir ku her kes nêzî sazîyên giştî yên Şamê bibe û got, "Ev Sazî heta bi fermî neyên veguhestin dê di bin çavdêrîya serokwezîrê berê de bimînin.”

El-Cûlanî ragihand ku hikûmeta Sûrîyeyê heta ku were ser desthilatê ew ê di bin çavdêrîya Serokwezîr Mihemed Celalî de berdewam be.

Serokwezîrê Sûrîyeyê Mihemed Celalî di daxuyanîyeke vîdyoyî de ragihand, ku ew amade ne hevkarîya her serkirdeyekî ku ji alîyê xelkê ve hatiye hilbijartin, bikin û bal kişand, ku ew nîyeta wan nîne ku bi aramî ji mala xwe derkeve ji bo berdewamiya xebata xelkê. 

Celalî xwest ku îro danê sibê serdemeke nû bi ser bikeve, Celalî bal kişand ku ew dê sibê di Sazîya Wezîran de be û ew ê ji bo di her tedbîrek derbarê veguhestina desthilatê de amade bin.