Euro

37,0636

Dolar

34,2329

Altın

3.011,27

haberler
KURDÎ

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Demîr beşdarî sersaxîya Serokê HAMASê şehîd Sinwar bû

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr beşdarî taziyeya ku ji teref rayedarên HAMASê ve li Stenbolê ji bo Serokê HAMASê yê Şehîd Yahya Sînwar hat lidarxistin bû û piştgirîya xwe ya ji bo berxwedanê anî ziman.
  • Ekleme: 21.10.2024 17:02 Güncelleme: 21.10.2024 17:02
Ahmet Bilal Damar
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Demîr beşdarî sersaxîya Serokê HAMASê şehîd Sinwar bû

Li Stenbolê ji bo rêberê şehîd Yahya Sînwar, ji teref HAMASê ve sersaxî hat lidarxistin. Sersaxîyê ji aliyê Serokê Meclîsa Şûra ya HAMASê Mihemed Derwîş Îsmaîl, Xelîl El Hayye, Usame Hemdan, Samî Ebû Zuhrî û endamên buroya siyasî ya tevgerê ve hate pêşwazîkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr jî beşdarî sersaxiyê bû û di şînê de axaftinek kurt kir.

Demîr sersaxiya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji HAMASê re ragihand û got:

"Niha ne dema gotinê ye. Îro rastî hewcedarîya HAMASê bi sersaxiyê re nîne, belkî hewcedarîya wê bi dua û piştgiriyên din e. Yên ku bi rastî hewcedarê sersaxiyê ne em in. Yên li Xezzeyê, yên li Xezzeyê hatine qetilkirin, zarokên li wê derê bi rastî ên ku dijî ne. Bi rastî yên ku mirî ne em in.

Her yek ji rêberên me yên hatine qetilkirin, ji Şêx Ehmed Yasîn dest pê dike, doza Filistînê ya hêja xurt kiriye. Em di wê baweriyê de ne ku piştî Şehîd Sînwar wê îsraîl bi îzna Xwedê têk biçe. HAMAS û van pîrozan teqez bi îzna Xwedê wê bi serkevin.

Îro hûn mamosteyên me, serokên ummeta Îslamê ne. Tu çavkanîya me yî ku di demeke ku ummeta Îslamê ber bi mirinê ve diçe de jiyanê dide me. Xwedê we biparêze, cîhada we bidome, Xwedê îradeya we bide me û we bike pêşeng ku ew heqareta ku ummeta Îslamê pê re rû bi rû maye ji holê rakin.

Em şerm dikin. Em şerm dikin ku me nikarîbû destê we bigirta û bi we re bimirîyan. Em şerm dikin ku di vê qetlîamê de ku em nikarin xwe bigihînin pariyek nan û avê jî bêhna xwe bistînin û dilopek avê biavêjin. Xwedê me ji vê z,lletê rizgar bike."

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.