Euro

37,0823

Dolar

34,2445

Altın

3.008,62

haberler
KURDÎ

HUDA PARê şehadeta Yahya Sînwar Pîroz kir

Navenda Giştî yê HUDA PARê, ji bo Şehîd Yahya Sînwar peyama şînê belav kir. Di peyama ku hat belavkirin de weha hat îfadekirin, “Şehadeta Yahya Sînwar jî wek jîyana wî ya di bin esaret û micadeleyê de ji bo Misilmanan dersekî ye.”
  • Ekleme: 18.10.2024 16:37 Güncelleme: 18.10.2024 16:37
Ahmet Bilal Damar
HUDA PARê şehadeta Yahya Sînwar Pîroz kir

Temamê peyama Navenda Giştî yê HUDA PARê ya derheqê Şehîd Yahya Sînwar de weha ye:

"Înna lîllâhi we înnâ îleyhî racîûn"

‘Ji bawermendan hin zilamên wisa hene ku wan ew peymana dane Xwedê bi cih aniye. Vêca hin ji wan canê xwe feda kirin û hin ji wan jî çavnêriyê dikin û peymana xwe neguhartine (li ser soza xwe man e)…’ (Sûreyê Ehzab Ayeta 23yemîn)

Serokê HAMASê Yahya Sînwar, li Xezzeyê li hember rexistina terorî ya sîyonîst dema ku di sefên pêşîn de herbê dikir de şehîd ket. Rebbê me bila şehadeta wî bimbarek bike, meqamê wî bilind bike.

Ew derewên ku dihat gotin Yahya Sînwar di nav tinêlan de xwe veşêr dide, hazirîya revê dike, ji êsîran ji xwe re mertala zindî çêkirîye tarûmar kirîye, ew di sefên pêşîn a herbê de ji bo bawerî û azadîya xelkê xwe canê xwe daye.

Şehadeta Yahya Sînwar jî wek jîyana wî ya di bin esaret û micadeleyê de ji bo Misilmanan dersekî ye. Wek Şehîd Serok Îsmaîl Henîyye ku gotibû xwîna zarokên wî ji xwîna bebikên Xezzeyî qîmettir nîne Yahya Sînwar jî xwîna xwe ji bo xelkê xwe û rûmeta Misilmanan rijandîye.

Em ewladên egîd ên berxwedanê ku li hember êrîşên rejîma sîyonîst wek çîyayekî disekinin, her yekê wan dema ku serok/fermandarên xwe şehîd didin cesareta wan zêdetir dibe silav dikin û di serê de şehadeta Yahya Sînwar dûre şehadeta hemû xûşk û birayên xwe yên berxwedêr pîroz dikin.

Bi minasebeta şehadeta Serokê HAMASê Yahya Sînwar em ji Tevgera Berxwedanê ya Îslamî HAMAS û xûşk û birayên xwe yên Filistînî û hemû alema Îslamê re sersaxîya xwe û şîna xwe pêşkêşî dikin.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.