Euro

37,0180

Dolar

34,2251

Altın

3.017,53

haberler
KURDÎ

Li Meletîyê qeza: 25 birîndar

Li Meletîyê serwîsa xwendekaran û otobûseke nav bajêr li hev qelibîn, di encama qezayê de piranîya wan xwendekar 25 kes birîndar bûn.
  • Ekleme: 09.10.2024 14:58 Güncelleme: 09.10.2024 14:58
Ahmet Bilal Damar
Li Meletîyê qeza: 25 birîndar

Qeza, doh di seat 15.00an de li Taxa Hanimin Çîiftligi ya navçeya Bettakgazîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa nav bajêr a bi plaqeya 44 H 0089 ya ku di bin îdareya F.K. de û û serwîsa xwendekaran a bi plaqeya 44 AED 745 ya ku di bin îdareya M.B. de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de rêwîyekî bi navê Z.A., herdu şofêr  û 22 xwendekar birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês, îtfaîye û AFADê hat sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a tenduristîyê ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.