Euro

36,9887

Dolar

34,2385

Altın

3.027,10

haberler
KURDÎ

Dr. Nevaf Tekrûrî: Divê Misilman li welatên xwe sîyonîstan nehewînin

Serokê Yekîtîya Alimên Filistînê Dr. Nevaf Tekrûrî got, “Ez bang li hemû ciwan, pîrek û zilamên ummetê dikim. Sefîrên sîyonîstan ji welatên xwe derxin.”
  • Ekleme: 08.10.2024 16:55 Güncelleme: 08.10.2024 16:55
Ahmet Bilal Damar
Dr. Nevaf Tekrûrî: Divê Misilman li welatên xwe sîyonîstan nehewînin

Tekrûrî di salvegera Tofana Eqsayê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Tekrûrî, “Ji ser Tofana Eqsayê salek derbas bû. Balyozxaneyên siyonîst li gelek welatên ereb û misilman hê jî bi awayekî eşkere û azad kar û tevgera xwe didomînin. Gelek kurên ummetê li ser hukmên van balyozxaneyan û erkên wan ên li hember wan dipirsin. Ez dibêjim; Divê gel van balyozxaneyan ji bingehê wan rakin û li ser axa xwe nehêlin. Ev peywir ne girêdayî Tofanê ye, lê Tofanê ev wezîfe zelaltir kir û ji şibheyan derxist.”

“Belavbûna sîyonîstan û rakirina wan a ji holê hewceye”

Tekrûrî îfade kir ku “Nehatîye fikirîn ku sazîya sîyonîst li welatên misilmanan balyozxane, konsulxane, navend an jî pêwendiyek aborî vebike.” Û weha lê zêde kir, “Dema ku sîyonîst li dijî Xezze û Şerîeya Rojava cînayet, sûc û wêrankirinê pêk tîne, nikare bi tu welatekî misilman re têkilî hebe. Îşxalker li her derê cîhanê li dijî gelê me û ummeta me qetlîaman dike. Divê ev saziya sûc wekî saziyek rewa neyê dîtin. Berovajiyê vê divê ev pêkhate bê belavkirin û ji holê rakirin.”

“Divê balyozxaneyên dijmin ji welatên Erep û Îslam bêne avêtin”

Tekrûrî bang li ciwan, zilam û pîrekên ummetê kir û weha got, “Li welatên ku sefaretxaneyên wan hene divê li ber van sefaretxaneyan protesto bikin û li dijî wan bisekinin. Heta ku sefaret bên hilweşandin û qasidên sîyonîst ji welatên Misliman û Ereban bên derxistin ev tişta herî hindik e ku divê were kirin. Ya din jî ew e ku bingehên vê hebûnê li ku derê hebe diheje. Ev erkên zarokên misilman in.”

“Ummeta Îslamê divê tenê bi lêgerîna derman û xwarinê qîma xwe neyne”

Tekrûrî di dawîya axavtina xwe de weha got, “Umeta Îslamê tenê bi lêgerîna derman û xwarinê têr nabe. Her çend ev mijar neqede jî, divê erka ciwanên ummetê ew be ku ji bo ku desthilatdarên xwe neçarî vê hebûnê bikin, her rê û rêbazan bikar bînin. Ev erkên ku divê bi lez û bez bên kirin, çiqas berdêlên mezin hewce dikin jî. Divê gel vê yekê li ser desthilatdarên xwe ferz bike, ji ber ku herî zêde heqaret qebûl kiriye. Hin kes li kêleka vê hebûnê radiwestin. Heya ku ew vî şerî bidomînin, nayên qedr û qîmetkirin. Heta ku sîyonîst vî şerî bidomîne û bi vê pêkhateyê re hevkariyê bikin ev yek nayê kirin. Tiştên ku divê em bikin ev in, Xwedê Teala ye û çêtir dizane.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.