Euro

37,1129

Dolar

34,2445

Altın

3.015,06

haberler
KURDÎ

Hûrgilîyên operasyona berxwedanê ya li Tel Avîvê

Doh êvarê, li Tel Avîvê operasyoneke taybet kat lidarxistin, di operasyonê de herî kêm 7 sîyonîst bi çek û kêran hatin kuştin, pirî sîyonîst ku rewşa wan giran in birîndar bûn.
  • Ekleme: 02.10.2024 16:29 Güncelleme: 02.10.2024 16:29
Ahmet Bilal Damar
Hûrgilîyên operasyona berxwedanê ya li Tel Avîvê

Doh êvarê ji teref du micahîdan ve li ser Ceddeya Jaruselama Tel Avîvê li nêzê îstasyona bihesin çalakîyek hat lidarxistin.

Berdevkê polêsê îşxalker, di rapora ewil de îfade kirin ku micahîdan, “Li vê derê sîwarê trênê bûne û dûre li dijî îsraîlîyên ku di navbera wan de leşkerek pîrek jî hebûye gule reşandin.”

Çapemenîya îşxalê, diyar kir ku du micahîdên berxwedêr ên bi cilê reş ji trênê peya bûne, yek ji wan bi tevî çeka destê xwe gule li ser şênîyên sîyonîst rejand.

Li gorî rapora tehqîqata pêş, hinek şoreşên berxwedêran bi dizî ketine nav axên îşxalkirî, di nav axên îşxalkirî de leşkerekî sîyonîst kêr kirine û çeka wî ji wî standine dûre gule li derdorê reşandine.

Çavkanîyên leşkerî îfade kirin ku herdu micahîd jî ji bajara El Xelîlê hatine.

Radyoya îşxalê îfade kir ku herdu micahîd jî endamê tevgera HAMASê ne.

Hat îfadekirin ku artêşa îşxalê bajara El Xelîlê dorpêç kirine û li vê derê dest bi êrîş û êsîrgirtinê kirine.

Çavkanîyên Filistînê ragihand ku navê failan Ahmed El Haymuni û Muhammed Misk e, lê radyoya îşxalê jî navê micahîdan Muhammed Halef Saher Receb û Hasan Muhammed Hasan El Tamimi daxuyand û ew endamên HAMASê ne.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.