Euro

37,1129

Dolar

34,2445

Altın

3.015,06

haberler
KURDÎ

Pezeşkîyan ji dijminê îşxalker re hişyarî da: Ev, Tenê alîyekî qeweta me ye; bi Îranê re nekevin pevçûnê!

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan, piştî lêxistina Pasdaranan a ji rejîma îşxalker re weha got, “Bila Netenyahu zanibe ku, Îran ne alîgirê herbê ye lê ew ê li hember hemû tehdîdan bi qerarî bisekine.”
  • Ekleme: 02.10.2024 16:21 Güncelleme: 02.10.2024 16:21
Ahmet Bilal Damar
Pezeşkîyan ji dijminê îşxalker re hişyarî da: Ev, Tenê alîyekî qeweta me ye; bi Îranê re nekevin pevçûnê!

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan, piştî lêxistina Pasdaranan a ji rejîma îşxalker re li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyek parve kir.

Pezeşkîyan di daxuyanîya xwe de weha got:

“Di çarçoveya mafên meşrû de, ji bo Îran û herêmê bi armanca aştî û ewlehîyê, ji êrîşên rejîma sîyonîst re bersivekî zelal hat dayîn. Ev çalakî, parastina menfeat û welatîyên Îranê bû. Bila Netenyahu zanibe ku, Îran ne alîgirê herbê ye lê ew ê li hember hemû tehdîdan bi qerarî bisekine. Ev, Tenê alîyekî qeweta me ye; bi Îranê re nekevin pevçûnê.”

Pasdaran, doh êvarê li dijî axên îşxalkirî re gelek fuzeyan avêt û asîmana Tel Avîvê bi stêrkên ku ji fuzeyan pêk têne xemiland.

Li gorî çapemenîya Îranê 500 heb fuze hatine avêtin, van fuzeyên ku hatine avêtin jî fuzeyên balîstîk in û li gelek cîhên Tel Avîvê re hatine avêtin.

Pasdaran diyar kir ku ew vê operasyonê ji ber şehadeta Îsmaîl Henîyye û Hesen Nesrullah pêk anîtine û ger ku îşxal bersivê bide ew ê bi operasyoneke mezin ew jî bersivê bidin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.