Euro

37,1129

Dolar

34,2445

Altın

3.015,06

haberler
KURDÎ

Rejîma sîyonîst li dijî Libnanê êrîşa bejahîyê da destpêkirin

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa qaşo yê rejîma îşxalker ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Li herêma sînorê operasyonên bisînordar, mehellî û noqte hatine destpêkirin.”
  • Ekleme: 01.10.2024 11:34 Güncelleme: 01.10.2024 11:34
Ahmet Bilal Damar
Rejîma sîyonîst li dijî Libnanê êrîşa bejahîyê da destpêkirin

Rejîma îşxalker li dijî Libnanê êrîşa bejahîyê da destpêkirin.

Di daxuyanîya artêşa terorîstan de weha hat gotin, “Artêş, li başûrê Libnanê li dijî binesazîya Hîzbullahê êrîşên bejahîyê yên sînordar û tijî da destpêkirin.”

Hat îfadekirin ku Kabîneya Ewlehîyê vê êrîşê erê kirîye û ji navê êrîşê re jî “Tîrên Bakurê” danîne.

Daxuyanîya ku ji teref sîyonîstan ve hat belavkirin weha ye, “Van hedefan gund û bajarokên nêz dihewîne û van deran ji bo îsraîlîyên ku li bakurê îsraîlê diman re tehdîdek in. Yekîneyên topavêtan a girêdayê hêzên parastina îsraîlê û hêzên hewa yê îsraîlê, ji hêzên bejahîyê re destekê didin. Li gorî nirxandina rewşa operasyona ‘Tîrên Bakur’, ew ê bi tevî Xezzeyê berdewam bike.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.