Euro

37,0971

Dolar

34,2438

Altın

3.009,55

haberler
KURDÎ

Rejîma qatil ji sîvîlan xwest ku bila malên xwe terk bikin

Artêşa qaşo yê rejîma sîyonîst, ji sîvîlên ku doh êvarê malên wan bomberdûman kirin re xwest ku bila malên xwe terk bikin.
  • Ekleme: 28.09.2024 11:54 Güncelleme: 28.09.2024 11:54
Ahmet Bilal Damar
Rejîma qatil ji sîvîlan xwest ku bila malên xwe terk bikin

Berdevkê artêşa qaşo yê rejîma sîyonîst Avichay Adraee, di daxuyanîya ku belav kir de, ji sîvîlên ku li Beyrûdê diman xwest ku bi lez û bez malên xwe terk bikin.

Adree weha got, “Ji mirovên ku li Dahîyeya Beyrûdê rûdinên re banga acîlî: Mirovên ku li Taxa El-Leylekî û hinek avahîyên ku li Taxa Hadasê rûdinên, ji ber ku hûn nêzê menfeatên Hîzbullahê ne bi lez û bez avahîyan terk bikin û herî kêm 500 metre dûrbikevin.”

Rejîma sîyoînst doh êvarê li Taxa Hureykê sîvîlan dabû ber bombeyan, bi tonan bombe bikaranît.

Wezareta Tenduristî ya Libnanê diyar kir ku di êrîşê de 6 mirov şehîd ketin, 91 kes jî birîndar bûn.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.