Euro

37,0087

Dolar

34,2260

Altın

3.021,83

haberler
KURDÎ

Karwana Hêvîyê ji bo Libnanê banga alîkarîya acîlî kir

Karwana Hêvîyê, ji bona ku lazimatîya Libnanê ya ji ber êrîşa sîyonîstan mexdûr û mixtac bûne ji xêrxwazan re banga alîkarîya însanî kir.
  • Ekleme: 28.09.2024 11:47 Güncelleme: 28.09.2024 11:47
Ahmet Bilal Damar
Karwana Hêvîyê ji bo Libnanê banga alîkarîya acîlî kir

Karwana Hêvîyê ku hem berîya 7ê Cotmehê hem jî piştî 7ê Cotmehê alîkarîyên xwe didomîne, vê carê ji bo Libnana ku nêzê mehekîye dûçarê êrîşê terorîstan dibe dest bi xebatên alîkarîyê kir.

Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran derheqê meseleyê de ji ÎLKHAyê re axivî û weha got, “Em hem berîya 7ê Cotmehê hem jî piştî 7ê Cotmehê xebatên xwe yên ji bo Xezzeyê zêde dikin û didomînin. Herî dawîn me li ser Urdunê 12 tir alîkarîyan şand Xezzeyê. Hefteyî dawîn sîyonîstên wehş li Libnanê êrîşên xwe zêde kirîye. Bi tevî êrîşên li dijî Başûrê Libnanê xûşk û birayên me yên li wê derê mecbûr dimînin ku biçin welatekî dinê an jî di nav welat de cîhê xwe guherînin. Ji vê rewşê herî zêde zarok û pîrek tesîrdar dibin. Hêdî hêdî em dikevin zivistanê. Li gorî agahîyên ku me bidestxistîye, lazimatî ji xwarin, şîva germ, nan û çadiran re heye. Em jî bang li xêrxwazan dikin ku bila alîkarîyan bikin.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.