Euro

37,0439

Dolar

34,2292

Altın

3.019,76

haberler
KURDÎ

Ensarullah, Tel Avîvê bi fuzeyan xemiland

Çapemenîya rejîma sîyonîst, diyar kir ku fuzeyên ji Yemenê hatine avêtin li gelek cîhên Tel Avîvê bûn sedema teqînan.
  • Ekleme: 27.09.2024 11:06 Güncelleme: 27.09.2024 11:06
Ahmet Bilal Damar
Ensarullah, Tel Avîvê bi fuzeyan xemiland

Ji Yemenê ji axên Filistînî yên îşxalkirî re fuze hatin avêtin.

Piştî barana fuzeyan li Tel Avîvê sîren hatin lêketin.

Çapemenîya îşxalê, ragihand ku li gelek cîhên Tel Avîvê dengê teqînan hatin bihîstandin.

Hat îfadekirin ku Tel Avîv, Lod, Ramla û Rishon Lezion jî di bin barana fuzeyan de ne.

Radyoya artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, daxuyand ku ji Yemenê ji Tel Avîvê re fuze hatin avêtin û ji wan fuzeyan yek îsabet girt, ji ber vê îsabetgirtina fuzeyê 2 milyon însan berê xwe dan sitargehan.

Hat diyarkirin ku piştî van fuzeyan li Balafirgeha Ben Gurionê xebat hatine sekinandin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de piştî operasyona fuzeyê derheqê mirî an jî birîndaran de tu agahîyek nehat dayîn.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.