Euro

37,1129

Dolar

34,2445

Altın

3.015,06

haberler
KURDÎ

Ji Misir, Urdun û Iraqê daxuyanîya hevpar: Îşxalker, herêmê dikişîne nava şer

Wezîrên Karên Derve yên Misir, Urdun û Iraqê hişyarî dan ku rejîma îşxalker hewl dide "herêmê bike nava şerekî berfireh".
  • Ekleme: 26.09.2024 11:55 Güncelleme: 26.09.2024 11:55
Ahmet Bilal Damar
Ji Misir, Urdun û Iraqê daxuyanîya hevpar: Îşxalker, herêmê dikişîne nava şer

Wezîrên Karên Derve yên Misir, Urdun û Iraqê piştî hevdîtinên ku di çarçoveya 79emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê hatin kirin de daxuyanîyeke hevpar dan.

Li gorî daxuyanîyê, Wezîrên Derve yên Urdinê Eymen Sefadî, yê Misirê Bedir Ebdulatî û yê Iraqê Misrî Fuat Huseyîn, “aloziya bi talûke ya li herêmê gotûbêj kirin û bal kişandin ku rawestandina vê alozîyê ew ê bi sekinandina êrişên îsraîlê ya li ser Xezzeyê dest pê bike.”

Wezîran bi şermezarkirina êrîşên rejîma îşxalker ên li dijî Libnanê û bal kişandina ku îşxalkeran herêmê ber bi şerekî berfireh ve dikişîne, bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlekariyê kirin ku ji bo rawestandina şer bi mesulîyetên xwe xwedî lê derkevin.

Wezîran destnîşan kirin ku "Ew ê ji bo hemû herêmê encamên ciddî çêbibe, mesulîyeta vê gengeşîyê jî aîdê îşxalê ye.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.