Euro

37,0037

Dolar

34,2292

Altın

3.023,37

haberler
KURDÎ

Serokkomar Erdogan, bi Serokkomarê Îranê Pezeşkîyan re hevdîtinek kir

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li New Yorka ku ji bo beşdarî Sazîya Giştî ya 79emîn a Neteweyên Yekbûyî bibe çûbû, bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan re hat cem hev.
  • Ekleme: 24.09.2024 14:46 Güncelleme: 24.09.2024 14:46
Ahmet Bilal Damar
Serokkomar Erdogan, bi Serokkomarê Îranê Pezeşkîyan re hevdîtinek kir

Di hevdîtinê de têkilîyên dualî yên Îran û Tirkîyeyê, êrîşên rejîma îşxalker ên li djiî Filistîn û Libnanê, meseleyên herêmî û kûrewî hatin gotûbejkirin.

Serokkomar Erdogan di hevdîtinê de îfade kir ku girêdaybûna dîrokî û çandî yên Tirkîye û Îranê daîma ji têkilî û minasebetên herdu welat re başîtîya wî çêbûye, wek her dewrê ew ê di vê dewrê de jî li gorî menfeatên herdu welatan firsedên hevkarîyê bêne nirxandin û minasebet û têkilîyan jî di her warî de bêne pêşvebirin.

Serokkomar Erdogan destnîşan kir gavên aştîyê yên li hember êrîşdarîya rejîma sîyonîst ku li herêmê hizûr û aştîyê tehdît dike têne avêtin gelek muhîm in, divê civaka navneteweyî li hember şîddeta ku sîyonîst li dijî Filistîn û Libnanê bikartîne bi lez û bez bê dawîkirin dengê xwe zêdetir bilind bike, ji bona ji Xezze û axên Filistînê ku qetlîamên rejîma îşxalker li wê derê têne kirin re alîkarîya însanî bê kirin Tirkîye ew ê cehd û xeyreta xwe zêde bike.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.