Euro

37,1129

Dolar

34,2445

Altın

3.015,06

haberler
KURDÎ

Rejima qatil êrîşên xwe yên li dijî Libnanê didomîne: 492 şehîd, 1645 birîndar

Sîyonîstên îşxalker, li dijî herêmên cuda yên Libnanê êrîşan pêk anît, di encama wan êrîşan de di nav wan de zarok û pîrek jî hene 492 kes şehîd bûn, 1645 kes jî birîndar bûn.
  • Ekleme: 24.09.2024 11:26 Güncelleme: 24.09.2024 11:26
Ahmet Bilal Damar
Rejima qatil êrîşên xwe yên li dijî Libnanê didomîne: 492 şehîd, 1645 birîndar

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Operasyonên Acîl a Tenduristîya Gel a ku girêdayê Wezareta Tenduristî ya Libnanê ye ve hat belavkirin de, derheqê êrîşên rejima qatil a ku ji doh ve li dijî Libnanê bikartîne de agahîyan da.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di êrîşên sîyonîstan de heta niha 35 jê zarok, 58 jê pîrek tev de 492 Libnanî şehîd bûn, 1645 kes jî birîndar bûn.

Ev reqem, ji 8ê Cotmeha 2023an ku destpêka pevçûna di navbera Hîzbullah û rejîma sîyonîst de ye vir ve reqema herî zêde ye.

Wezareta Tenduristî ya Libnanê ji hemû nexweşxaneyên li wîlayetên Nebatîye û Baalbek-Hermelê xwest ku ji bona ku birîndaran tedawî bikin bila hemû emelîyetan bidin sekinandin.

Wezareta Perwerdehîyê jî daxuyand ku ji ber rewşa ewlehîyê li gelek herêman ji perwerdehîyê re navber hatîye dayîn.

Artêşa îşxalkeran, ji serê sibeha doh vir ve li gelek cîhan êrîş da destpêkirin.

Ji ber sedema êrîşan ji başûrê welat ji alîyê Beyrûd û herêmên bakur re koç têne kirin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.