Euro

37,1129

Dolar

34,2445

Altın

3.015,06

haberler
KURDÎ

Îşxalkeran li Xezzeyê bi îdîaya “Teqemenî hatine bicîhkirin” 96 hezar malan xera kir

Rejîma îşxalker, qebûl kir ku ew li Xezzeyê nêzê 96 hezar xanîyên Fîlîstînîyan bi îdîaya “Teqemenî hatine bicîhkirin” xera kirine.
  • Ekleme: 19.09.2024 22:39 Güncelleme: 19.09.2024 22:39
Ahmet Bilal Damar
Îşxalkeran li Xezzeyê bi îdîaya “Teqemenî hatine bicîhkirin” 96 hezar malan xera kir

Li gorî nûçeya ku di çapemenîya îşxalê de derket weha hat gotin, “Doh li Refahê di avahîyekî de teqînek pêk hat û di encamê de 4 leşkerên îsraîlê mirin 5 leşker jî birîndar bûn, wê avahîyê jî tenê avahîyekî ji avahîyên ku HAMASê li Refahê teqemenîyan bicîhkirîye ye.”

Di berdewama nûçeyê de weha hat îfadekirin, “Tehdîdên avahîyên ku bombe hatine bicîhkirin û li Xezzeyê bûne sedema mirina leşkeran, li Refahê bûye tehdîdên wek taxên ku teqemenî hatine bicîhkirin. 14 hezar jê li Refahê li giştîyê Xezzeyê nêzê 96 hezar avahîyên aîdê Fîlîstînîyan jî bi îdîayên ‘teqemenî hatine bicîhkirin’ hatine xerakirin.”

Nûçe weha berdewam kir, “Li Refahê avahîyekî tenê ku teqemenî hatîye bicîhkirin nîne, komên avahîyê ku 30-40 avahî bi hev re bombe di nav wan de hatine bicîhkirin in. Ji avahîyekî re qemerayeke biçûk tê danîtin û tê tespîtkirin ku hêzên me kengî ketine nav avahîyê û dûre ji dûrîtî ve wan bombeyan têne teqandin.”

Ofîsa medyaya hikumeta Xezzeyê di 15ê Îlonê de raporek belav kir û li gorî wê raporê di encama êrîşên rejîma îşxalker de 350 hezar avahî bi temamî an jî bi qismî hatine xerakirin.

Di encama êrîşên rejîma îşxalker a terorîst de 825 camî û 3 dêr jî bi temamî an jî bi qismî hatin xerakirin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.