Euro

37,1129

Dolar

34,2445

Altın

3.015,06

haberler
KURDÎ

Li gorî Tip a Edlî Narîn hatîye fetisandin û bi wê şeklê hatîye kuştin

Hat diyarkirin Narîn Gûrana 8 salî ku li Dîyarbekirê winda bûbû û piştî 19 rojan bi mirîkî hatibû dîtin hatîye fetisandin û bi wê şeklê hatîye kuştin.
  • Ekleme: 18.09.2024 11:22 Güncelleme: 18.09.2024 11:22
Ahmet Bilal Damar
Li gorî Tip a Edlî Narîn hatîye fetisandin û bi wê şeklê hatîye kuştin

Derheqê kuştina Narîn Gûran de hêj li Sazîya Tip a Edlî ya Stenbolê lêkolîn berdewam dike, di encama lêkolînan de tespîtên ewil hatin eşkerekirin.

Li gorî rapora ewil Narîn Gûran hatîye fetisandin.

Piştî ku rapora Tip a Edlî bê temamkirin ew ê encam ji meqamên edlî re bêne şandin.

Narîn Gûran, li gundê Tewşantepeya navçeya Rezan a Dîyarbekirê di 21ê Tebaxê de winda bûbû û piştî 19 rojan li nav newalê bi mîrîkî hatibû dîtin.

Di encama tehqîqatê de Amojina Narînê Hedîye Gûran a pîreka Apê Narînê Fuat Gûran di 13ê Îlonê de hatibû binçavkirin, doh jî derket mehkemeyê û bi sûca “Beşdarbûna Ji Kuştina bi Qestî Re” hatibû girtin. Bi tevî Hedîye Gûran hejmarê girtîyan derket 12 kesan.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.