Euro

37,0118

Dolar

34,2334

Altın

3.022,01

haberler
KURDÎ

Li Papûa New Gîneyê di navbera eşîran de pevçûna “kana zêran”: 30 mirî

Hat diyarkirin ku li Papûa New Gîneyê di navbera eşîran de ji ber kana zêran pevçûn derket û di encama wê pevçûnê de herî kêm 30 kesan canê xwe ji dest dan.
  • Ekleme: 17.09.2024 14:08 Güncelleme: 17.09.2024 14:08
Ahmet Bilal Damar
Li Papûa New Gîneyê di navbera eşîran de pevçûna “kana zêran”: 30 mirî

Li gorî çapemenîya mehellî li Gelîyê Porgeraya wîlayeta Engayê gelek zêr hene û ev herêm di navbera eşîran de dibe sedema pevçûnan, hefteya borî du komên madenvan ên qaçax di navbera xwe de li hev xistin û komekî ji koma dinê 2 kesan kuşt, bi vê şeklê di navbera herdu koman de şer dest pê kir.

Hat diyarkirin ku di encama pevçûnan de du karkerên madenê jî di nav de herî kêm 30 kes mirine, tê diyarkirin ku ew ê hejmar zêde jî bibe. Ji ber pevçûnan li Porgerayê jî ji 5 hezarî zêdetir însan koç kirine.

Li gorî xebera The Nationalê ku rojnameya mehellî ye, Komîserê Polês David Manning, li Porgerayê ji ber binesazîyê û mirovên biparêze li herêmê rewşa awarte îlan kir.

Manning weha got, “Ev rewşa ku xera dibe, ji teref madenvan û şênîyên ku xwedîyê erdan mexdûr bikin û herêmê terorîzê bikin şîdetê bikartînin ve tê kirin.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.