Euro

37,1129

Dolar

34,2445

Altın

3.015,06

haberler
KURDÎ

Di tehqîqata Narînê de Apê Narîn Salîm Gûran ji nû ve îfade da

Hejmarê girtîyên di tehqîqata cînayeta Narîn Gûranê de derket 11 kesan. Ji nû ve îfadeya Apê Narîn Salîm Gûran hat girtin.
  • Ekleme: 14.09.2024 13:57 Güncelleme: 14.09.2024 13:57
Ahmet Bilal Damar
Di tehqîqata Narînê de Apê Narîn Salîm Gûran ji nû ve îfade da

Tehqîqata Serdozgerîya Komarê ya Dîyarbekirê der barê Narîn Gûran a 8 salî ya ku di 21ê Tebaxê de li Gundê Tawşantepe ya navçeya Rezan a navenda Dîyarbekirê hat windakirin û cenazeya wê di newalê de hat dîtin berdewam dike.

Di çarçoveya tehqîqatê de, ji nû ve îfadeya Apê Narînê Salîm Gûran ku di 2yê Îlonê de hatibû girtin ji teref 3 dozgeran ve hat girtin.

Gûran piştî ku îfadeya wî dawî bû dîsa ji girtîgehê re hat şandin. Gûran di dozgerîyê de dîsa îfadeya xwe ya berê ku ji cenderme û dozgerê re dabû dûbare kir, sûcên ku derheqê wî de ji wî re hatin gotin qebûl nekir.

Gûran îfade kir ku zarokên dinê jî siwarê wesayîte wî bûne, “Ji tenê DNAya Narîn ku di nav wesayîta min de derketîye re tiştekî ku ez bibêjim tineye.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.