Euro

37,0387

Dolar

34,2337

Altın

3.014,70

haberler
KURDÎ

Mînîbûs û motor li hev qelibîn: 1 mirî, 1 birîndar

Li Êlihê mînîbûs û motorbisiqlet li hev qelibîn, di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil kesekî canê xwe ji dest da, kesekî jî birîndar bû.
  • Ekleme: 11.09.2024 10:36 Güncelleme: 11.09.2024 10:36
Ahmet Bilal Damar
Mînîbûs û motor li hev qelibîn: 1 mirî, 1 birîndar

Qeza, li Taxa Yenîşehîra Kuyubaşîya TOKÎyê pêk hat.

Mînîbûsa ku plaqeya wê nehat hînbûn li ser rêya zanîngehê bi motorbisiqletekî ve li hev qelibîn.

Di encama li hev qelibînê de şofêrê mînîbûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û li dîrega ceryanê qelibî. Şofêrê mînîbûsê ku navê wî nehat hînbûn birîndar bû.

Hat diyarkirin şofêrê motorbisiqletê Y.S. (22) canê xwe ji dest da.

Şofêrê motorbisiqletê ku canê xwe ji dest da, ji bona ku bê otopsîkirin ji merga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlihê re hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.