Euro

37,0387

Dolar

34,2337

Altın

3.014,70

haberler
KURDÎ

Karwana Hêvîyê ji bo çend xebatan diçe Ugandayê

Karwana Hêvîyê ya ku li çar alîyê dinyayê xebatên alîkarîyê bikartîne, ji bona ku hinek projeyên xwe çêbike di 11ê Îlonê de diçe Ugandayê.
  • Ekleme: 06.09.2024 16:37 Güncelleme: 06.09.2024 16:37
Ahmet Bilal Damar
Karwana Hêvîyê ji bo çend xebatan diçe Ugandayê

Karwana Hêvîyê ya ku di serî de li Tirkîyeyê li gelek welatên Efrîqa û Asyayê jî xebatên alîkarîyê bikartîne, salik dozdeh meh projeyên xwe dike rewacê.

Sekreterê Giştî yê Karwana Hêvîyê Mehmet Nurullah Gunaydin, îfade kir ku ew wek weqfê ji bona ku xwe ji mihtacan re bighêjînin wê di 11ê Îlonê de biçin Efrîqayê.

Gunaydin di axavtina xwe de weha got, “Em ê bi tevî eqîqe, qurban  û nezirên ku we daye me ji sifreyên mezluman re bibin wesîleya bereketê. Em ê di belavkirina şîva germ de qîmeta tasekî şorbeyê hîn bibin, em ê carekî dinê jî bibînin ku loqmekî nan çiqas biqîmet e. Em ê bi tevî belavkirina zexîreyê mezlûman têr bikin. Em ê temela Camîya Îsmaîl Henîyye bavêjin û bi vê şeklê li vê derê mescîdekî vebikin. Em ê bi belavkirina Qurana Pîroz gotinên Xwedê bighêjînin diyarên dûr. Em ê ji bona ku projeya bizîna bi şîr bikin rewacê wê li wê derê bin. Em ê ji xûşk û birayên xwe yên li wê derê re pakêtên lazimatîyan belav bikin.”

Gunaydin îfade kir ku li Efrîqayê bi hezaran însan ji ber nexweşîna kataraktê nikarin bibînin û bi tevî şîara “Dibe ku Emelîyatekî Dinyaya Însanekî Ronî Bike” wê dest bi projeyê bikin û zarokan emelîyat bikin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.