Euro

37,0155

Dolar

34,2300

Altın

3.012,19

haberler
KURDÎ

Bi banga Yekîtîya Alimên Fîlîstînê, ji Xezzeyê re dua hat kirin

Li navçeya Başakşehîra Stenbolê, bi sedan welatî bi banga Yekîtîya Alimên Fîlîstînê bi pêşengîya Weqfa Evîndarên Pêxember kom bûbûn, ji bo Fîlîstînê dua kirin.
  • Ekleme: 06.09.2024 14:42 Güncelleme: 06.09.2024 14:42
Ahmet Bilal Damar
Bi banga Yekîtîya Alimên Fîlîstînê, ji Xezzeyê re dua hat kirin

Welatîyên ku hatin cem hev piştî nimêja eşayê ya ku di Camîya Başakşehîr Navend de kirin di Meydana Başakşehîrê de kom bûn û du rekaet nimêj kirin û dûre ji bo Fîlîstînê duayê kirin.

Di bernameyê de ji şebekeya terorê re lanet hat anîtin, nimêj û dua hat kirin.

Piştî nimêja ku hat kirin Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Eşîn axavtinek kir û di axavtina xwe de weha got, “Dema ku em li Stenbolê nimêj dikin berê xwe hem didin Mescîdî Eqsayê hem jî didin Kabeyê. Stenbol, Mescîdî Eqsa û Kabe di heman rêzê de ne. Ji ber vê yekê wezîfeyekî mezin li ser milê Stenbolîyan e. Ez ji nevîyên Nureddîn Zengî û Selaheddînê Kurdî re dixwazim vêya bibêjim; Xwîn, şehîd û birîndarên Xezzeyê hemû yên me ne. Êşa we êşa me ye, kêfa we kêfa me ye. çend sal berê kalê me Selaheddîn di van rojan de Qudsê dorpêç kiribû. Mehekî paşê jî salvegera Operasona Tofana Eqsayê tijî dibe. Em wisa hêvî dikin ku di van rojên bimbarek de zefer gelek nêz e.”

“Em ê meydanan vala nehêlin”

Eşîn îfade kir ku em wek ummetî di nav îmîhanekî de ne, “Doza Qudsê û mezin û ezîz e. me mirovên xwe yên herî baş feda kir û em ê vê fedakirinê bidomînin jî. Micahîdên Xezzeyê meydana cîhadê terk nekirin. Ew ezîzên xwe feda dikin. Bi îzna Xwedê em ê doza xwe vala nehêlin. Emê duayên bi fiîlî û bi gotin bikin. Em ê ji rizqên xwe înfaqê bikin. Bi îzna Xwedê em ê li Qudsê nimêja şikrê bikin.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.