Euro

37,0439

Dolar

34,2292

Altın

3.019,76

haberler
KURDÎ

HAMAS: Netenyahû ji peymana agirbestê re dibe asteng

Samî Ebû Zuhrîyê yek ji rêvebirên HAMASê diyar kir ku qaşo Serokwezîrê rejîma siyonîst Benjamin Netanyahû rê li ber gihandina peymana agirbestê ya li Xezzeyê digire.
  • Ekleme: 03.09.2024 17:45 Güncelleme: 03.09.2024 17:45
Ahmet Bilal Damar
HAMAS: Netenyahû ji peymana agirbestê re dibe asteng

Ebû Zuhrî got ku daxuyaniyên Serokê Emerîkayê Joe Biden diyar dike ku Emerîka îtîraf kir ku Netenyahû hewldanên ji bo peymana agirbestê asteng dike.

Ebû Zuhrî diyar kir ku HAMAS amade ye bi her hewldan û pêşniyarên ku garantiya agirbestê û vekişîna tam ji Xezzeyê bike, bikeve têkiliyê.

Berî niha Serokê Emerîkayê Joe Biden ragihandibû ku rêkeftina dawî ya pevguhertina girtiyan nêzîk bûye, lê Netanyahuyê qaşo serokwezîrê rejîma sîyonîst gavên têrker ji bo cîbicîkirina vê peymanê neavêtiye.

Girîngtirîn rawestana li muzakereyên grûpa berxwedanê ya HAMAS û rejîma siyonîst li ser Korîdora Selaheddînê (Fîladelfiya) li ser sînorê Xezze-Misrê û korîdora rojhilat-rojava "Netzarim" li sînorê Xezzeyê ye.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.