Euro

37,0291

Dolar

34,2235

Altın

3.017,58

haberler
KURDÎ

Kesek piştî ku li Filistînê êsîr hat girtin hat şehîdkirin û li ser laşê wî şopên îşkenceyê hatin dîtin

Hat ragihandin ku Hecî Eymen Raceh Abed ku danê sibehê li Şerîeya Rojava êsîr hatibû girtin, şehîd bû û di muayeneyê de li ser bedena wî şopên îşkenceyê hatin dîtin.
  • Ekleme: 02.09.2024 16:41 Güncelleme: 02.09.2024 16:41
Ahmet Bilal Damar
Kesek piştî ku li Filistînê êsîr hat girtin hat şehîdkirin û li ser laşê wî şopên îşkenceyê hatin dîtin

Hecî Eymen Raceh Abed (55) danê vê sibehê piştî ku ji mala xwe ya li bajarokê Kefer Dan ê rojavayê bajarê Cenîn ê li bakurê Şerîeya Rojava ya îşxalkirî hate êsîrgirtin, şehîd bû.

Heyva Sor a Filistînê di daxuyaniyeke kurt de diyar kir ku wan termê girtiyekî şehîd ku temenê wî di temenê pêncî salî de ye, li xala kontrolê ya leşkerî ya Selîm wergirtine û li ser termê wî şehîd nîşanên îşkenceyê hene.

Ekîbên tenduristiyê jî destnîşan kirin ku li ser cenazeyê şehîd Abed ê ku ji aliyê tîmên Heyva Sor ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cenînê, şopên îşkenceyê hatin dîtin.

Midûrê Nexweşxaneya Dewletê ya Cenînê Wissam Bakr di daxuyanîya xwe ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Wafayê de diyar kir ku cenazeyê Abed bi kelepçeyan hatiye nexweşxaneyê û şopên îşkenceyê hene.

Xizmê şehîd Eymen Taha tekez kir ku şehîd îro danê sibê piştî serdegirtina mala wî êsîr hatîye girtin û di hundirê malê de rastî lêdan û îşkenceyên giran hatîye û di encamê de şehîd bûye. Taha destnîşan kir ku nexweşî û pirsgirêkeke wî ya tenduristiyê giran nîne û rewşa wî ya tenduristiyê baş e.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.