Euro

36,9802

Dolar

34,2297

Altın

3.025,27

haberler
KURDÎ

Êrîşa biçek li Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçelîevlerê hat kirin: 5 birîndar

Di êrîşa çekdarî ya li dijî Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçelîevler a Stenbolê de polîs û cendirme jî di nav de 5 kes birîndar bûn.
  • Ekleme: 31.08.2024 15:42 Güncelleme: 31.08.2024 15:42
Ahmet Bilal Damar
Êrîşa biçek li Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçelîevlerê hat kirin: 5 birîndar

Bûyer li seet 2.30ê şevê pêk hat.

Ji teref kesên ne dîyar ve li dijî Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçelîevlerê êrîşa biçek hat kirin.

Di encama êrîşê de polîsê nexweşxaneyê, cendirmeya nexweşxaneyê, personelê ewlehiyê û 2 refaqetvan birîndar bûn.

Derheqê bûyerê ji Walîtîya Stenbolê daxuyanî hat belavkirin.

“31ê Tebaxa 2024an roja Şemiyê saet di 02.50an de li hemberî kesên li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçelîevlerê disekinin êrîşa çekdarî pêk hat.

Di gulebarana êrîşkarên ku bi wesayitekê hatin cihê bûyerê de 5 kesên ku di nav wan de polîsek, personelê cendirmeyê, personelê ewlehiya û 2 sivîl jî hene birîndar bûn. Birîndar tên dermankirin, xetereya birînên wan tune ye.

Dema êrîşkar bi wesayita ku tê de ji cihê bûyerê reviyan, wesayîta ku di êrîşê de hatibû bikaranîn li Yenîbosnayê terikandî hat dîtin. Lêpirsîna mezin a ji bo girtina van kesan hat destpêkirin berdewam dike.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.