Euro

36,9802

Dolar

34,2297

Altın

3.025,27

haberler
KURDÎ

Li Stenbolê qezaya metrobusê: 1 mirî, 2 jê giran 38 birîndar

Li Kuçukçekmeceya Stenbolê ji sebebeke ne dîyar metrobusan qeza kirin.
  • Ekleme: 29.08.2024 16:05 Güncelleme: 29.08.2024 16:05
Ahmet Bilal Damar
Li Stenbolê qezaya metrobusê: 1 mirî, 2 jê giran 38 birîndar

Qeza, di seet 08.48an de li herêma Eywana Mihrbirîna Sefakoyê de pêk hat.

Li Kuçukçekmeceya Stenbolê metrobusek li metrobuseke din qelibî, di encama qezaya ku qewimî de kesek mir û 2 jê giran 38 kes jî birîndar bûn.

Kêliya qezayê qeydê qeydê kameraya ewlehiyê bû.

Metrobusa ku ber bi Beylikduzuyê ve diçû, li cihê Sefakoyê ji kontrolê derket û li metrobusa ku ji aliyê din ve ve dihat qelibî. Dû re metrobus şemitî û li bariyera qelibî.

Li ser pêhesandinê ekîbên polîs, îtfaiye û sihetê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di qezayê de camên metrobusann şikestin, di hundur û derveyê metrobusan de xisar pêk hatin.

Birîndarê ku hatin rakirin nexweşxaneyê digel hemû mudaxaleyan canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniya Walîtiya Stenbolê ya derbarê qezayê da hat îfadekirin, rewşa 2 birîndaran giran e û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Metrobus bi alîkariya kamyonan ji cihê qezayê hatin derxistin, li her du paşê dîsa hatin despêkirin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.