Euro

36,9887

Dolar

34,2385

Altın

3.027,10

haberler
KURDÎ

Ji bo çareser kirina pirsgirêka teqsî yên li Stenbolê gaveke nû

Abdulkadîr Ûralogluyê Wezîrê Gihandin û Binesaziyê ragihand ku ji bo çareser kirina pirsgirêka teqsî yên li Stenbolê wê erê bidin Sîstema Veguhastina Teqsiyê ya Bi Serlêdan.
  • Ekleme: 29.08.2024 16:03 Güncelleme: 29.08.2024 16:03
Ahmet Bilal Damar
Ji bo çareser kirina pirsgirêka teqsî yên li Stenbolê gaveke nû

Wezîr Ûraloglu ji ser hesaba xwe ya medyaya civakî li ser mijara çareser kirina pirsgirêka teqsî yên li Stenbolê daxuyaniyeke belav kir, “Weke Wezareta Gihandin û Binesaziyê ji bo çareserkirina pirsgirêka teqsiyê ya ku giliyên welatiyên me yên li Stenbolê dijîn hene, em ê Sîstema Veguhestina Teqsiyê ya Bi Serlêdan bipejirînin.

Em ji raya giştî re radigihînin ku wek Wezareta Gihandin û Binesaziyê û saziyên girêdayî wê yên ku mafê wan ê dengdanê heye, der barê pêşnûmeya di rojeva Civîna UKOME de ya ku wê sibê li ser avakirina sîstema nû ya bi 2 hezar û 500 wesayitan em ê rayeka guncaw bidin teqsiyan bê lidarxistin, ji raya giştî re radigihînin. Em hêvîdar in ku ev pêngava ku me ji bo çareserkirina pirsgirêka taqsiyê avêtiye, ji bo Stenbolê sûdmend be.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.