Euro

37,0180

Dolar

34,2251

Altın

3.017,53

haberler
KURDÎ

ÛNRWA: Di êrîşên îsraîlê yên li ser Xezzeyê de 212 xebatkarên NYyê hatin kuştin

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Koçberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (ÛNRWA) ragihand ku di êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst ser Xezzeyê de 212 xebatkarên NYyê mirin.
  • Ekleme: 29.08.2024 15:54 Güncelleme: 29.08.2024 15:54
Ahmet Bilal Damar
ÛNRWA: Di êrîşên îsraîlê yên li ser Xezzeyê de 212 xebatkarên NYyê hatin kuştin

Li gorî daxuyaniya ÛNRWAyê, ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve di dema êrîşên rejîma terorê ya îsraîlê de nêzî 464 caran êrîşî saziyên Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin.

Di daxuyaniyê da her çiqas di nav saziyên Neteweyen Yekbûyi da ji milyonek û 500 hezarî zêdetir kesen ku ji cih û warên xwe bûn, rejima îşxalker a siyonîst 464 êrîş birin ser saziyan. Di van êrîşan de 212 xebatkarên Neteweyên Yekbûyî jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha di heman êrîşan de zêdetirî 563 Filistînî şehîd bûn û hezar û 790 Filistînî jî birîndar bûn. Di encama van êrîşan de 600 hezar zarok ji xwendinê bê par man.

Hat diyarkirin ku li Şerîda Xezzeyê ji ber belavbûna nexweşiyên enfeksiyonê rewşa tenduristî û însanî di rewşeke felaketî de ye.

Ji ber êrişên rejîma îşxalker a siyonîst, di heyama zêdeyî 10 mehan de zêdetirî 40 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok bûn, canê xwe ji dest dan.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.