Euro

37,0155

Dolar

34,2300

Altın

3.012,19

haberler
KURDÎ

Li Efxenistanê lehî pêk hat: 10 mirî

Li hinek herêmên Efxenistanê di nav çend rojên dawîn de lehî çêbûn, di encama wan lehîyan de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dan.
  • Ekleme: 22.08.2024 17:43 Güncelleme: 22.08.2024 17:43
Ahmet Bilal Damar
Li Efxenistanê lehî pêk hat: 10 mirî

Berdevkê Wezareta Bireveberîya Afetê Mele Canan Saîk, di daxuyanîya ku da de îfade kir ku li hinek cîhên wîlayetên Logar, Laxman, Penşîr, Gaznî, Vardak, Nangahar û Kabîlê ji ber şilîya zêde lehî pêk hat.

Saîk weha got, “Di encama van lehîyan de 10 welatîyên me canê xwe ji dest dan û li giştîyê welat 8 welatîyên me jî birîndar bûne. Ji sedan zêdetir xanî an bi temamî an jî bi qismî xera bûn, debrên welatîyên me jî zerarê dîtin.”

Saîk, ragihand ku rayedarên Emîrtîya Îslamî Efxenistanê ji bo mexdûrên lehîyê dest bi xebatê kirîye.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.