Euro

37,0439

Dolar

34,2292

Altın

3.019,76

haberler
KURDÎ

Sazîyên Navneteweyî ji bo Xezzeyê banga “Agirbesta Lezgîn” kirin

Xebatkarên tenduristîyê û sazîyên alîkarîya Navneteweyî, ji bona ku li Xezzeyê ji zarokan re vaksîna felca zarokan bê kirin banga “agirbesta lezgîn” kirin.
  • Ekleme: 22.08.2024 17:38 Güncelleme: 22.08.2024 17:40
Ahmet Bilal Damar
Sazîyên Navneteweyî ji bo Xezzeyê banga “Agirbesta Lezgîn” kirin

20 sazîyên alîkarîya navneteweyî ku di nav de sazîyên wek Save The Children (Zarokan Xelas bikin), ActionAid, Ji Bo Fîlîstînîyan Alîkarîya Tibbî (MAP) û Oxfamê jî hene daxuyanîyeke hevpar dan, di daxuyanîyê de diyar kirin ku divê bi lez û bez vaksîna felcê bê kirin.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku di nav 10 mehan de herî kêm 50 hezar zarok hatin dinyayê, ji ber hilweşîna sîstema tenduristîyê jî îhtîmala vaksînbûna wan gelek hindik e.

Di daxuyanîyê de hat bibîrxistin ku vaksîna zarokên mezin jî ji ber ku ji cîhê xwe bûne nikarin bi sîstematîkî vaksînên xwe bibin, ji ber êrîşan ev muamele an hatîye sekinandin an jî qut bûye, li herêmê jî felca zarokan ji nû ve derketîye holê.

Hat destnîşankirin daxwazîya ku Neteweyên Yekbûyî dixwaze, tenê ji bo vaksînan ew ê hêsanekî çêneke, ew ê ji bo temînkirina lazîmatîya sîvîlan û temînkirina alîkarîyê ya ji hemû însanan re jî hêsanîyek çêbike.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.