Euro

36,9887

Dolar

34,2385

Altın

3.027,10

haberler
KURDÎ

Rejîma îşxalker li Xezzeyê 3 qetlîaman pêk anît: 25 şehîd

Rejîma sîyonîst a îşxalker ji serê sibehê vir ve li Xezzeyê dibistanekî, li Deyr El Balahê bazarek û li Xan Yûnisê cîheke ku mirov li wê derê telefonên xwe şarj dikin bombe kir, di encamê de herî kêm 25 kes şehîd bûn.
  • Ekleme: 21.08.2024 14:05 Güncelleme: 21.08.2024 14:05
Ahmet Bilal Damar
Rejîma îşxalker li Xezzeyê 3 qetlîaman pêk anît: 25 şehîd

Li gorî Ofîsa Medyaya hikumeta Xezzeyê, rejîma sîyonîst a îşxalker li Xezzeyê di 3 cîhan de 3 qetlîaman pêk anît, di encama wan qetlîaman de 25 kesan şehîd kir û bi dehan mirovan jî birîndar kir.

Hat ragihandin ku di bomberdûmana li dijî Dibistana Mustafa Hafezê de 12 kes şehîd bûn.

Di bomberdûmana li Deyr El Balahê ya ku li dijî bazarekî hat kirin de pîrek û zarok jî di nav de 9 kes şehîd bûn. Mirovên birîndar û şehîd bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Şehîdên Mescîdî Eqsayê re hatin rakirin.

Hat ragihandin ku cîhê bazarê ji teref mirovên ku ji cîhê xwe bûne ve dihat şixulandin.

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşan dibe ku hejmarê şehîdan zêde jî bibe.

Li gorî daxuyanîyên ku ji çavkanîyên herêmê hatine dayîn artêşa îşxalker bi ÎHAyê êrîşî cîhê ku mirov li wê derê telefonên xwe şarj dikin kir û di encama wê bomberdûmanê de jî herî kêm 4 kes şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.