Euro

36,9802

Dolar

34,2297

Altın

3.025,27

haberler
KURDÎ

Mirovê ku dûçarê êrîşa kuçikên beredayî hat canê xwe ji dest da

Li Fatîha Stenbolê mirovekî 40 salî dûçarê êrîşa kuçikên beredayî hat, di encamê de ew mirov canê xwe ji dest da.
  • Ekleme: 20.08.2024 14:14 Güncelleme: 20.08.2024 14:14
Ahmet Bilal Damar
Mirovê ku dûçarê êrîşa kuçikên beredayî hat canê xwe ji dest da

Bûyer, li Taxa Sumbul Efendîya navçeya Fatîhê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Ayhan Ozçelîk (40), dema ku di nav erd de dimeşîya dûçarê êrîşa kuçikên beredayî hat.

Ozçelîk, ji stû û çend cîhên dinê birîndar bû.

Xebatkarên şaredarîyê ku bûyerê dîtin, xeberê dan ji ekîbên tenduristîyê re.

Piştî midexeleya ewil Ozçelîk ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Stenbolê re hatin rakirin, lê Ozçelîk digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.