Euro

37,0823

Dolar

34,2445

Altın

3.008,62

haberler
KURDÎ

Ebû Ubeyde derheqê kuştina êsîrekî ya ku ji teref micahîdekî ve hatibû kuştin daxuyanî da

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, diyar kir ku micahîdekî, piştî ku xeber girt du zarokên wî ji teref sîyonîstan ve hatine şehîdkirin “li gorî hîsa heyfstandinê hereket kirîye û li gorî telîmatan hereket nekirîye” û êsîra sîyonîst kuştîye û 2 êsîran jî birîndar kirîye.
  • Ekleme: 16.08.2024 13:28 Güncelleme: 16.08.2024 13:28
Ahmet Bilal Damar
Ebû Ubeyde derheqê kuştina êsîrekî ya ku ji teref micahîdekî ve hatibû kuştin daxuyanî da

Ebû Ubeyde, çend roj berê diyar kiribû ku micahîdek êsîrekî sîyonîst kuştîye û 2 êsîran jî birîndar kirîye.

Berdevkê Tûgayên Qessam, li ser Telegramê derheqê wê bûyerê de daxuyenîyeke nû parve kir û hûrgilîyên bûyerê ragihand:

“Ji ser kuştina êsîrekî dijmin a ji teref gardîyanekî ve tehqîqat hatibû kirin û di encama wê tehqîqatê de hat tespîtkirin ku leşkerê nobedar dema ku xeberê distîne di qetlîamê de du zarokên wî şehîd ketine li gorî telîmatan hereketê nake û bi hîsên heyfstandinê hereketê kirîye.

Em bal didin kişandin ku ev bûyer exlaq û hînkirîyên dînê me ya li dijî êsîran temsîl nake û piştî du bûyerên ku heta niha pêk hatine em ê telîmetan zêdetir bikin.

Mesulîyeta hemû talûke û jana ku êsîr dûçarî dibin aîdê dijmin e. Çîmkî dijmin, hemû qaîdeyên însanî exlaqî paşgoh dike û li hember xelkê me qirkirineke wehşî bikartîne.”

Tûgayên Qessam piştî daxuyanîya Ebû Ubeyde dîmena êsîrê ku hatîye kuştin parve kir û li ser wê dîmenê weha dihat nivîsandin, “Wehşeta we û zilma we, ji bo êsîrên we bû wek talûkeyek. Dem diqede…”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.