Euro

37,0291

Dolar

34,2235

Altın

3.017,58

haberler
KURDÎ

Li Efrîqayê vîrûsa sorika meymunê

Navenda Pêşgirtin û Kontrola Nexweşîna Efrîqayê (Afrika CDC), ji ber weqayên vîrûsa sorika meymunê li giştîyê bendê “Rewşa acil a tenduristîya xelkê” îlan kir.
  • Ekleme: 14.08.2024 13:07 Güncelleme: 14.08.2024 13:07
Ahmet Bilal Damar
Li Efrîqayê vîrûsa sorika meymunê

Hat diyarkirin ku li giştîyê Efrîqayê di 18 welatan de weqayên vîrûsa sorika meymunê hat dîtin. Li giştîyê bendê, li gorî par ji sedî 160 zêdebûnek heye.

Dîrektorê Giştî yê  Africa CDCyê Jean Kaseya weha daxuyand, “Em sazîyên xwe, îrada xwe ya kolektîf, çavkanîyên xwe bi lez û bi qerarî ji bona ku dest bi kar bikin îro ji bo ewlehîya benda xwe rewşa acîl a tenduristîya xelkê îlan dikin.”

Hat diyarkirin ku ji Efrîqayê re 10 milyon doz vaksîn hewceye encax ji van jî 200 hezar doz mewcud e.

Kaseya weha got, “Di sala 2024an de me bi 3 milyon dozê dest pê kir û ji bona li Efrîqayê 10 milyon doz temîn bikin planên me hene.”

CDC, di rapora îsalê de îfade kir ku heta niha 15 hezar weqa hatîye dîtin û ji wan jî 461 kes mirine.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.