Euro

37,1129

Dolar

34,2445

Altın

3.015,06

haberler
KURDÎ

Îşxalkeran qebûl kirin ku ji Tûgaya Paraşûtbazê sîyonîstekî mirîye

Artêşa îxşalê îtîraf kir ku ji Tabûra 101emîn a Tûgaya Paraşûtbazê sîyonîstekî li Xezzeyê di dema pevçûnê de mirîye.
  • Ekleme: 12.08.2024 14:37 Güncelleme: 12.08.2024 14:37
Ahmet Bilal Damar
Îşxalkeran qebûl kirin ku ji Tûgaya Paraşûtbazê sîyonîstekî mirîye

Sîyonîstên îşxalker di pevçûnên li Xezzeyê de qebûl kirin ku sîyonîstekî dinê jî mirîye.

Hat îfadekirin sîyonîstê ku mirîye Tegmen Omar Ginzburgê ji Kîryat Tîvonê bûye û ji Tabûra 101emîn a Tûgaya Paraşûtbazê ye.

Ev îtîraf piştî daxuyanîya Qessam hat qebûlkirin ku Qessam gotibû ew li Newala Urdunê operasyonekî li dar xistine û xwedî li wê operasyonê derketin. Di vê operasyonê de micahîdekî Qessam, leşkerekî îşxalê hedef girtibû û hedefa wî îsabet girtibû.

Tûgayên Qessam, daxuyandibû ku ew vê operasyonê ji bo xwîna şehîdan bibe bersivekî li dar xistine, ji qetlîamên ku li Dibistana Tabîîn û Xezzeyê têne kirin re jî bersiv dane.

Qessam, daxuyandibû ku micahîdên wan ên li Şerîaya Rojavayê bîadên xwe yên ji Yahya Sînwar re eşkere kiribûn, bal kişandibûn ew ê operasyonên xwe bidomînin.

Çapemenîya îşxalê, daxuyand ku leşkerê ku hatîye kuştin Yonatan Deutsch e û ew çend meh berê li Xezzeyê bûye.

Li gorî daneyên sîyonîstan di nav vê 10 mehan de 690 leşkerên sîyonîstan hatine kuştin, lê daxuyanî û raporên îşxalê nîşan didin ku hejmarê rastîn ji yên ku hatine daxuyandin gelek gelek zêde ye.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.