Euro

37,0387

Dolar

34,2337

Altın

3.014,70

haberler
KURDÎ

Fîrmaya sîyonîst ji boyqotê re planeke şeytanî dike: Bawer nekin!

Li navçeya Karapinara Qonyeyê piştî nimêja Înê dondirmayên fîrmaya ku destekê didin rejîma îşxalker ji xelkê Misilman re belaş hat belavkirin.
  • Ekleme: 10.08.2024 11:07 Güncelleme: 10.08.2024 11:07
Ahmet Bilal Damar
Fîrmaya sîyonîst ji boyqotê re planeke şeytanî dike: Bawer nekin!

Di Camîya Siltan Selîm de piştî nimêja Înê ji teref mirov an jî mirovên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve ji ceameeta xelkê re dondirmayên fîryama ku destekê didin sîyonîstan hat belavkirin.

Di dîmenên ku ji ÎLKHAyê re hatine şandin de tê dîtin ku dondirmayên Algîdayê ku destkê dide sîyonîstên îşxalkeran hat belavkirin, li ber camîyê stand hat vekirin û piştî nimêja Înê ji Misilmanan re belaş dondirme hat belavkirin.

Xelkê Misilman piştî 7ê Cotmehê Operasyona Tofana Eqsayê fîrmayên ku destekê didin rejîma sîyonîstan boyqot kirin û ji wan fîrmayan yek jî Algîda ye, xelkê Misilman ên hestyar weha dibêjin, “Di van dondirmeyan de xwîna Misilmanan heye, em malê îşxalker û alîgirên wan boyqot dikin.”

Redkirina belavkirina dondirmayên ku piştî nimêja Înê ji xelkê Misilman re hatin belavkirin, mirovên ku dondirmayê belav dikirin aciz kir.

Di dîmenan de tê dîtin mirovên ku dondirmayên boyqotê belav dikin li dijî Misilmanên hestyar êrîşên fiîlî bikaratînin.

Banga ku ji bo boyqotkirina li dijî malên îsraîlê têne kirin, ji teref xelkê Karapinarê ve bi şanazî tê pêşkêşkirin.

Belavkirina van dondirmayên Algîdayê ya di nav Camîyê de jî di hişên mirovan de gelek pirsan tîne bîr.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.