Euro

37,0823

Dolar

34,2445

Altın

3.008,62

haberler
KURDÎ

Li Enqereyê otobûsa rêwîyan qeza kir: 9 mirî, 26 birîndar

Li navçeya Polatliya Enqereyê otobûsa rêwîyan li pîyê oirê qelibî, di encama qezayê de 9 kesan canê xwe ji dest dan, 26 kes jî birîndar bûn.
  • Ekleme: 09.08.2024 16:43 Güncelleme: 09.08.2024 16:43
Ahmet Bilal Damar
Li Enqereyê otobûsa rêwîyan qeza kir: 9 mirî, 26 birîndar

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, li ser rêya Enqere- Eskîşehîrê otobosek rêwiya ji ber sebebên hêj nehatine zanîn, li sûtonên pirê qelibî.

Otobûs weka ket nav suton û dîreka pirê.

Qeza li nêzî gundê Oluk Pinara navçeya Polatliyê qewimî.

Li gor diyarîyên ewil di encama qezayê de 11 rêwîyan canê xwe ji dest dane û 24 kes jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirin ji herêmê re ekîbên îtfaiye û tenduristîyê hatin sewqkirin. Kesên ku di otobûsê de asê mabûn hatin xelaskirin.

Birîndar bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyên derdorê hatin kirin, rêya ku qeza lê qewimî demeke dirêj li trafîkê hat girtin.

Waliyê Enqereyê Wasip Şahîn derheqê qezayê de daxuyanî da û got, şopa frêna otobûsê tune ye. Îhtîmala raketina şofor tê nirxandin.

Şahîn destnîşan kir, rewşa birîndaran baş e.

Derheqê qezayê de tehqîqat dewam dike.

 

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.