Euro

37,0291

Dolar

34,2235

Altın

3.017,58

haberler
KURDÎ

Yapicioglu derheqê bûyera li Mûşê ku 5 kes xeniqîbûn de peyama şînê da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo 5 kesên ku ji heman malbatê bûn û di Gola Muş Alparslanê de xeniqîbûn peyama sersaxîyê şand.
  • Ekleme: 09.08.2024 14:29 Güncelleme: 09.08.2024 14:29
Ahmet Bilal Damar
Yapicioglu derheqê bûyera li Mûşê ku 5 kes xeniqîbûn de peyama şînê da

Malbata karakayayê li Bendava Alpaslanê-pîknîk dikirin. Di wê heyamê de zaroka 13 salî Rabîa tehlûkeya fetisandinê derbas kir. Ferdên malbatê ji bo xelasiyê xwe avêtin bendavê.

Di encamê de Rabîa (13), Yasîn (18), Edanûr (20) û Fatma (22) Karakaya can dan. Eylul Tekîn jî di avê de wenda bû. Piştî xebatên lêgerînê cenazeyê wê jî hat dîtin.

Cenazeyên ku hatin derxistin ji bo otopsîyê hatin rakirin nexweşxaneyê. Hat gotin ku 5 kesên ku can dane ji malbatekê bûne û di nava kesên ku can dane de pîrekeka bi hemle jî hebûye.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû peyama taziyê parve kir û weha got: “Li gundê bostankenta girêdayê navçeya Kopa Mûşê, ji heman malbatekê fetisîn û candayîna 5 kesan min bi xemgînî hînkir. Ji bo xuşk û birayên xwe yên ciwan ku wefat kirine ez ji Xweda dixwazaya rehmê dikim. Ev êşeka pir mezin e. Xwedê sebirê bide malbata wan. Ji yên ku mane re jî Xwedê emrê bi xêr û dirêj bide wan.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.