Euro

37,0439

Dolar

34,2292

Altın

3.019,76

haberler
KURDÎ

Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê du malbatên neyar li hev anî

Di navbera malbatên Çîcîhan û Esgînê de piştî qezayeke trafîkê neyartî dest pê kiribû, di encama xebatên Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê de neyartî bi aştîyê encam bû.
  • Ekleme: 09.08.2024 10:23 Güncelleme: 09.08.2024 10:23
Ahmet Bilal Damar
Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê du malbatên neyar li hev anî

Di meha Hezîrana borî de li çarrêya qantara Dîyarbekirê qezaya trafîkê pêk hatibû, di encama wê qezayê de kesekî canê xwe ji dest dabû û ji ber vê yekê di navbera malbatên Çîcîhan û Esgînê de neyartî dest pê kiribû.

Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê jî ji bona ku neyartî mezin nebe dest bi kar kir û wan li hev anît.

Herdu malbat jî di Serokatîya Bajêr de hatin cem hev û ji bo aştîyê dua hat kirin û peyama yekîtîyê hat dayîn.

Di hevdîtinê de ji herdu malbatan jî rîspî beşdarî bûn, aştî û biratîya di Îslamê de heye hat bibîrxistin û hat xwestin ku bila meseleyên xerab ên berê neyên jibîrkirin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.