Euro

37,0087

Dolar

34,2260

Altın

3.021,83

haberler
KURDÎ

Karwana Hêvîyê li Efxenistanê alîkarîyeke mînak da destpêkirin

Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê piştî îşxala 20 salan a li Efxenistanê, ji malbatên micahîdên ku di dema herbê de şehîd ketine re hestyarîyeke mezin nîşan dide, di vê pêvajoyê de Karwana Hêvîyê jî roleke muhîm girtîye li ser milê xwe.
  • Ekleme: 09.08.2024 10:17 Güncelleme: 09.08.2024 10:17
Ahmet Bilal Damar
Karwana Hêvîyê li Efxenistanê alîkarîyeke mînak da destpêkirin

Weqfa Karwana Hêvîyê li her derê erdnigarîya îslamê xebatên xwe yên alîkariyê bênavber dewam dike.

Weqfa Karwana Hêvîyê li Efxanistanê jî xebatên xwe dabû destpêkirin û hê jî xebatên xwe bê navber didomîne. Weqfa Karwana Hêvîyê gelek lazimatîyên xelkên feqîr û malbatên şehîdên ku ji teref Emrîqa û welatên emperyalîstan ve hatine şehîd kirin bicîh tîne.

Serokê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran derbarê xebatên xwe yên li Efxanistanê de agahîyan da.

Kurtaran di axavtina xwe de weha got: “Berê niha me li xezneya Efxanistanê  û li herêma Melekdînê xebatên xwe yên alîkariyê kiribû. Me qurbanên nezrê û xêrên din ên xêrxwazan li herêmê belav kir. Înşallah wê bi alîkarîya xêrxwazan emê bighêjin gelek malbatên feqîr. Me gelek lazimatîyên malbatên feqîr û malbatên şehîdan tedarik kir. Niha jî me li Melekdîn, Darûsselam û herêmên derdora wê zîyaret kir û xebatên me yên alîkariyê li wir jî hatin destpêkirin. Me ji bo malbatên şehîdan ku êtîmê ûmmetê ne, gundekî ava kir. Di vî gundî de 24 xane hene, camîyek heye û cîhê sihetê heye. Em alîkarîyê dikin, lê ew gelekî zêde vê yekê heq dikin. Xwedê xêra xêrxwazan qebûl bike. Em wezîfeya xwe ya pirbûnê ya di navbera feqîr û xêrxwazan de didomînin. Xwedê xêra hemû kesan qebûl bike.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.