Euro

37,0439

Dolar

34,2292

Altın

3.019,76

haberler
KURDÎ

Li Dîyarbekirê di sîteya senayîyê de şewat derket

Di Sîteya Senayîya 3yemîn a Dîyarbekirê de di dikanekî ku amûrên êdek dihat firotin de şewat derket, şewata ku derket bi midexeleyekî 2 seatî hat binkontrolkirin.
  • Ekleme: 08.08.2024 13:31 Güncelleme: 08.08.2024 13:31
Ahmet Bilal Damar
Li Dîyarbekirê di sîteya senayîyê de şewat derket

Li Dîyarbekirê dî Sîteya Senayîya 3yemîn de, di Kolana 3yemîn a Bloka S2yê de, ji ber sedemeke ku hêj nediyare şewatek derket.

Şewat di seat derdorê 08.30yan de di dikanekî ku parçeyên êdek tê firotin de şewat derket û di demeke kurt de belavê 2 dikanên dinê jî bû.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên îtfaîye, TOMA û wesayîtên avdayînê hatin sewqkirin.

Polês jî li herêmê ji ber talukeya teqînê tedbîrên mezin girtin û şewat jî di encama midexeleyekî mezin de hat binkontrolkirinê.

Hat diyarkirin ku di encama bûyerê de mirî û birîndar tinene lê 2 endamên îtfaîyeyê ji dûmanê tesîrdar bûn û di ambûlansan de ji wan re midexele hat kirin.

Hat diyarkirin ku şewat hat binkontrolkirinê û li herêmê xebatên sarkirinê didome.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.