Euro

36,9802

Dolar

34,2297

Altın

3.025,27

haberler
KURDÎ

Rejîma sîyonîst qirkirina xwe berdewam dike: 25 şehîd

Rejîma sîyonîst li dijî Xezzeyê êrîşan li dar xist, di encamê de 25 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
  • Ekleme: 08.08.2024 13:21 Güncelleme: 08.08.2024 13:21
Ahmet Bilal Damar
Rejîma sîyonîst qirkirina xwe berdewam dike: 25 şehîd

Li gorî agahîyên ku ji mirovên bûyerê dîtine ve hatien bidestxistin, li Xezzeyê li dijî sîvîlan êrîşa asîmanî li dar xist.

Yekîneya Parastina Sîvîl a Xezzeyê, destnîşan kir ku li Xan Yûnisê êrîşa asîmanî li dar xist, di encamê de 20 Fîlîstînî şehîd bûn.

Di êrîşên ku li dijî çend cîhan hatin kirin de jî 5 Fîlîstînî şehîd bûn.

Hat diyarkirin ku ev bû 91 roj e îşxalkeran nahêlin ku tu alîkaîryek bikeve nav Xezzeyê.

Artêşa rejîma îşxalker ji 7ê Cotmehê vir be li Xezzeyê qirkirin û qetlîama xwe didomîne.

Di encama wan êrîşan de heta niha 39 hezar û 677 Fîlîsîtînî şehîd bûn.

Hejmarê birîndaran jî gihaşt 91 hezar û 645an.

Hat ragihandin ku gelek şehîd di bin kavilan de ne û rejîma îşxalker nahêle ku ekîbên xelaskirinê û ambûlans herin.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.