Euro

37,0155

Dolar

34,2300

Altın

3.012,19

haberler
KURDÎ

Yapicioglu ji bo serokê nû yê HAMASê peyama pîrozbahiyê da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji bo Yahya Sinvarê ku li şûna serokê şehîd ê HAMASê Îsmaîl Heniyê hat hilbijartin peyama pîrozbahiyê weşand.
  • Ekleme: 07.08.2024 14:38 Güncelleme: 07.08.2024 14:38
Ahmet Bilal Damar
Yapicioglu ji bo serokê nû yê HAMASê peyama pîrozbahiyê da

Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê ragihand ku li şûna rêberê şehîd Îsmaîl Heniye, Fermandarê Buroya Siyasî ya Tevgerê Yahya Sinvar hat hilbijartin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku di derbarê hilbijartina Yehya Sinvar wek Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê de peyama pîrozbahiyê weşand û weha got:

“Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê ragihand ku li şûna Îsmaîl Heniyeyê ku hefteya borî şehîd bûbû, Yehya Sinwar hat hilbijartin. Hêvîdarim ev biryara HAMASê sûdmend be û birêz Yehya Sinwar pîroz dikim.

Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS ku di bin fermandariya rêberên nû de ku her yek ji rêberên wê di dîroka têkoşînê de şehîd ketine têkoşînê mezin kiriye, bi îzna Xwedê bêyî ku ji rêzê derkeve wê bi awayekî xurttir ber bi serkeftinê ve bimeşe.

Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku di zûtirîn dem de xwîn û rondikên çavan bi dawî bibe û mezlûm bi serkeftineke pîroz şad bibin û berxwedana destanî ya birayên me yên Filistînî silav dikim.

Ji birayên me yên ku ji bo azadiya Mescîda Eqsayê û xaka Filistînê sed sal in li hember dagirkerî, qetlîam û qirkirinê bi rûmet li ber xwe didin re serkeftin û serfirazekî nêzîk û teqez dixwazim.”

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.