Euro

37,0155

Dolar

34,2300

Altın

3.012,19

haberler
KURDÎ

Yahya Sînwar wek Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê hat destnîşankirin

Tevgera Berxwedana Îslamî ya HAMASê ragihand ku Yehya Sinvar weke Serokê Buroya Siyasî ya Tevgerê hatiye tayînkirin.
  • Ekleme: 07.08.2024 14:34 Güncelleme: 07.08.2024 14:34
Ahmet Bilal Damar
Yahya Sînwar wek Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê hat destnîşankirin

HAMASê di daxuyaniyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand, "HAMASê ragihand, ku li şûna şehîd Îsmaîl Heniye, Fermandar Yahya SinVar weke Serokê Mekteba Siyasî ya Tevgerê hatiye hilbijartin."

Beriya niha HAMASê ragihandibû ku piştî kuştina Îsmaîl Heniye, ji bo hilbijartina serokê tevgerê, ji bo hilbijartina serokê tevgerê, pêvajoyeke şêwirê ya berfireh di nav dezgehên rêberî û Şûrayê de dest pê kiriye.

Li gor rêziknameya tevgerê, endamên Encûmena Navendî ya Şûra ku ji nêzîkî 50 endaman pêk tê û endamên Mekteba Siyasî ya Navendî ya tevgerê jî di nav de hene, serokê tevgerê hildibijêrin.

HAMAS ji bo hilbijartina cîgirê Haniyeyê li Qeterê şêwir dikir.

Yahya Sinvar di Adara 2021an de li Xezzeyê wek serokê tevgera Xezeyê hat tayînkirin û ji wê demê heta niha di vê wezîfeyê de ye.

Sinvar ku yek ji damezrînerên Tûgayên Îzzedîn El Qassam e, di sala 1962an de li kampa Xan Yûnis a li Xezzeyê ji dayik bû.

Sinvar yek ji hezar û 27 Filistînî bû ku di berdêla leşkerekî îşxalker ê ku di sala 2011an de li Xezzeyê hatibû girtin, ji zindanên siyonîstan hatin rizgarkirin.

Sînvar di mîtînga piştî berdana xwe ya li Xezzeyê de axivî û got, "Ez bang li berxwedanê dikim ku soza berdana girtiyên mayî jî bide. Pêwîste demildest ev yek veguhere planeke pratîk."

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.