Euro

37,0051

Dolar

34,2340

Altın

3.023,29

haberler
KURDÎ

Li Myanmarê bi sedan Mislimanên Rohîngyayî hatin qetilkirin

Hat ragihandin ku li Myanmarê di êrîşên hovane yên artêşa Bûdîst ên li dijî Mislimanên Rohîngyayê de herî kêm 200 kes mirin.
  • Ekleme: 07.08.2024 10:44 Güncelleme: 07.08.2024 10:44
Ahmet Bilal Damar
Li Myanmarê bi sedan Mislimanên Rohîngyayî hatin qetilkirin

Parêzvanê mafên Mislimanên Rohîngyayê û yek ji damezrînerên "Koalîsyona Rohîngyayê ya Azad" Nay San Lwin di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku Artêşa Arakanê (AA) li bajarokê Maungdawê bi balafirên bêmirov û topavêjan sivîlên Rohîngyayê gulebaran kir.

Lwîn diyar kir ku tenê di êrîşên doh hatin kirin de piraniya wan jin, zarok û extiyar herî kêm 200 Rohîngyayî hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn û diyar kir ku dibe ku hejmara miriyan zêdetir be.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de, cesedên mirovên Rohîngyayî yên li qiraxa Çemê Nafê hatine dîtin.

Wai Wai Nu yek ji çalakvanên herêmî yên mafên mirovan di nivîsa xwe ya li ser hesabê Xê de diyar kir ku rewşa herêmê veguheriye karesateke kujer.

Nu amaje bi wê yekê kir ku hovîtiya li dijî Misilmanên Rohîngiyayê her ku diçe zêde dibe û destnîşan kir ku misilman ji navenda bajêr hatin derxistin û niha li ser sînorê Myanmar-Bangladişê asê mane.

Di van salên dawî de Mislimanên Rohîngyayî li Myanmarê ku niha ji aliyê cûntayê ve tê birêvebirin rastî qetlîamên artêş û çeteyên Bûdîst tên.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.