Euro

37,0291

Dolar

34,2235

Altın

3.017,58

haberler
KURDÎ

Îşxal, li Xezzeyê du dibistanan bombe kir: 25 şehîd

Artêşa îşxalê, dibistanên El Nasr û Hasan Selemeyê bombe kir, di encamê de 25 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
  • Ekleme: 05.08.2024 12:23 Güncelleme: 05.08.2024 12:23
Ahmet Bilal Damar
Îşxal, li Xezzeyê du dibistanan bombe kir: 25 şehîd

Çavkanîyên herêmî diyar kirin ku balafirên herbê yên rejîma sîyonîst di heman demê de dibistanên El Nasr û Hasan Selemeyê bombe kirin.

Di dîmenan de hat dîtin ku di dibistanan de ku bi hezaran Fîlîstînîyên ku malên wan xera bûne û xwe sipartine dibistanan agir derket û mirovên derdorê jî alîkarîya birîndaran kirin.

Parastina Sîvîl a Xezzeyê, îfade kir ku ew ji ber ku amûrên wan xera bûna nikarin serî bi bomberdûmana îşxalkeran re derkevin û endamên wan jî bi hemû îmkanên xwe dixebitin.

Hat îfadekirin ku bi tevî van şehîdan ji doh êvarê vir ve hejmarê şehîdan herî kêm derket 55 kesan.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.