Euro

37,0012

Dolar

34,2280

Altın

3.021,49

haberler
KURDÎ

Li Êlihê di rêya ku 4 kes miribûn de qezayek dinê jî çêbû: 8 birîndar

Li Êlihê çend roj berê qezayek çêbûbû û di encama wê qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dabûn, di heman rê de cardin qezayek pêk hat. Di encama li hev qelibîna du wesayîtan de 8 kes birîndar bûn.
  • Ekleme: 02.08.2024 10:29 Güncelleme: 02.08.2024 10:29
Ahmet Bilal Damar
Li Êlihê di rêya ku 4 kes miribûn de qezayek dinê jî çêbû: 8 birîndar

Qeza, li Herêma Senayî ya Organîzeyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidstxistin wesayîta bi plaqeya 34 JG 6003 û wesayîta bi plaqeya 34 SL 1625 li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 8 kesên ku nasnameyên wan nayê zanîn birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Di heman rê de di 28ê Tîrmehê de di seatên êvarê de wesayîtek li mirovên ku ji dawetê derketibûn qelibîbû û di encama wê qezayê de jî 4 kes canê xwe ji dest dabûn.

Son Eklenenler

Çok Okunanlar

Çerez Politikası

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız. Detaylar için "çerez politikasını" inceleyebilirsiniz.